فه‌رهه‌نگ‌ و هونه‌ر

2025-05-31-11-19-20؟! پێم وانەبێ! لانیکەم لەو ئاستەدا وا هەوڵدراو بوودجە بۆ هەژار دابینکرا، پێم وانەبێ ئەوندە پێشوازی بکرێ و کەسی وا پەیدا ببن شان بدەنە بەر...
2025-05-24-12-59-22 هاوبەشی زیاتری لەگەڵ بەیتە کوردییەکە هەیە: ناوی جەمۆ و حەمۆ کە یار و پشتیوانی سیامانتۆن، کوردییەکی تەواون، سیپان و کێلەسیپان کە شانۆی سەرەکیی ڕووداوەکانن،...
2025-05-24-13-03-42بۆ هێێزی دەرەکیی کردوە، خۆبەهەڵەدابردن و تێنەگەیشتنێکی ھێجگار خراپە لەو سەردەم و رۆژگارەی خەباتی چەکداریی دەکات بە شێوازی باڵادەستی خەباتکردن لە کوردستاندا. ئەگەر یەکێک لە خاڵە...
2025-04-23-20-28-02 گۆڵۆباڵیزم ( کەئەوکات بەسیستەمی نوێی جیهان) پێناسە دەکرا. ئەو ململانێ فکریەش لە نێوان (ساموئل هانتینگتون ) ی خاوەن تێزی (پێکدادانی شارستانیەکان) و فرەنسیس فۆکۆیامای خاوەن...
2025-04-23-19-52-21 ساڵ و دەیان ملیار دۆلاری تێچووی بوو . بەتایبەتی دوای ئەوەی ئیسرائیل بە بەکار هێنانی جۆرە موشەکێکی ئەمەریکی توانیتی حەسەن نەسرولله کە لە قولای...

په‌یوه‌ندی راسته‌وخۆ

گه‌ڕان

 

Tevgera Komarîxwaz ên Rojhilata Kurdistanê çaremîn Kongreya Partiya Demokrata Gelan HDP'ê piroz dike.

Hevalên hêja û birûmet. !
Têkoşerên reka azadî û wekhevî û aştî û demokratîka gelan.!

Hevserok û endam û alîgirên partiya demokratîka gelan ( HDP)ê .!

Lê vê demê de ku hûn çaremîn kongreya partiyên xwe lidar dixin, Her Wekî dizanin Rojhelata Navên û çar parçeyên Kurdistanê bi rewş û qonaxên dijwar û pirr aloziyên li dîroka xwe da derbas dibe, ev cejn geş bin û serbilindiya me ye ku îro Kurd li cîhanê de binavûdeng in, berxwedana keç û xurtên Kurd li dinê da dengvedana mezin bi xwe ra rakişandiye , le mixabin pirsgirêka Kurdan heta niha jî nehatiye çareserkirin.
Em jÎ weki Tevgera Komarîxwaz ên Rojhelatê Kurdistanê li ser vê baweriyê ne ku tenê bi reka çareseriyeka aştiyane û xurtkirina yekîtiyê dengên aşîtixwaz digihîne encamêkî baş jibo gelên xwe û tevahiya herêmê.

Gelên birayên li herêmê.!
Di vê rewşê da dixwaze ku jibo rawestandina şêr, ittifaqek û yekbûn û hevgirtiyek ji navbera hemû hêz û aliyên aştîxwaz û demokratîk ve, jibo çareserkirina pirsgirêk û kirîza gelan li navçeya Rojhelata Navîn lidar bixin, piştî hîngê ku em digihîjine encameke baş û bidawî hatina kuştin û işkence û pevçunên, înkar û qirrkirin û dijminatiyê, lêbelê wekî em bi destêkdanên hev û îradeyeke mezin û azad, dîsa em xebatên xwe bidomînin jibo gihîştin bi aştî û diyalogê, geşbûnê û jiyaneke azad di navbera gelan da.

Beşdarbûyên çaremîn kongreya HDP'ê: di dawiyê de carêke din em pirr kêfxweş û geşbîn in û wekî Tevgera Komarixwazên Rojhelata Kurdistanê girêdana çaremîn Kongreya partiya we pîroz dikin û hêviya serkeftin û berev pêşveçûneke zêdetir jibo we hêjayan dixwazin.

Bi hêviya azadî û aştiyêke mayînde

Şorayên Hevdengiya Tevgera Komarixwazên Rojhelata Kurdistanê
19ê kanûna 2021an

دواین هه‌واڵ

به‌رنامه‌ی کۆماریخوازان